a photo of Abbas Ehmed

Abbas Ehmed

Çukên Germê

Çukên germê li ser berfê Winda kirin warê ew lê Hêlîn tev de vala man Hin jê nefirîn û ji rej man Xerîbî sar e dayê Bûm nêçira xerîbiyê Bûn qiralê tenahiyê Xincera di singa min de Min dike sed birîndar Xerîbî sar e dayê Şahiyên min bi sînor dike Zeviyên min bê dar dike Min ditirsîne min tune dike Xwêhdana şevê li min zûwa dike Xerîbî sar e dayê

Bêjebêje © 2015-2024