a photo of Abbas Ehmed

Abbas Ehmed

Hey Hey

Hey hey çavê te reş in Hey hey kil ji wan diweşin Hey hey bi xeml û rewş in ley ley ley. Hey hey ji kevîya dikeve Hey hey stêrka şevê Hey hey li bextê te be Kuro lawo welat çû dûr ket ji karwan Xemla gulê winda bû zarok şikestî man Ji bo min mirin jîyan e Ji bo te evîn nîşan e Ji bo me welat derman e Hey hey ew nakeve Hey hey ew naheje Hey hey tim bilind dibe lo lo lo Neheje û nekeve li ser piya bimîne Tu çîya yî di çavê min de wisa bimîne Xema te findarîya te ye Her şikestina kanîya te ye Ma ketin para te ye lo Ne pencere hêvî bidê Ne jî pel e li ber biherê Ne jî bûm e ku ronî bidê ley ley lê *Deşîfrekirin: Yûnis Das

Bêjebêje © 2015-2024