a photo of Abbas Ehmed

Abbas Ehmed

Heyv Tarî Ye

Şînewî şînewî lê didin çavên te Rivina agir ne Ba jî har dikin Ger kor bim, bilî te bo kesî dîtir nebim Têkçûyî bim heger Can yê min e Xewn ya min e Ma xelkê çi jê ye De were heyv tarî ye Ji kûçik birçîtir ji mar tazîtir Talan û derbedan hat û rawesta bim Li dergehê te heger Ma heye natêrbuna min Tew mîna dildariyên min Runiştine nivîskar dinivîsînin fermana min Ma çi dibe de were heyv tarî ye Çar alî min veşara pûştan e Rû dostane ken dostane Ji cixareya min hildibe Ji eniya min radimîsin Dizivirim dizivirim Rê her girtî ye Mirina min hatiye Wusa bi min neke De were heyv tarî ye Helbest: Ahmed Arif

Bêjebêje © 2015-2024