a photo of Abbas Ehmed

Abbas Ehmed

Tenê Tu Zanî

Tenê tu zanî, kanî gul û kulê min Gava min te hembêz kir li ber derî berî maçê Nizanim di nav dûmanê de winda bûn Van ji bîr bûn, gava tazî bûn ser livîna xewê Çavên min bi kul in Kulên min ji dil in Min berê dilê xwe li ba te ji bîr kir Min bi şîr venek Ser holka pelê payiza evîna te Dil di destê de te kuşti ye Bi xinçerek ji berfê Windayî me li qiraxê lêva te Li xewê digerim Û tu di tenahiya xwe de belav dibe Belkirinek ji singa gotinên tozê Û kerwanên evîndarên te ber bi ezman dibin Bi destên sipî ji bo te Û strana axê mabûna me saz dikin Kewa minî belek di nav tariya dîwaran de Xew nabe bê çira çavên te

Bêjebêje © 2015-2024