Abdulwahid Zaxoyi
Dilo - Mewal
Ho ho dilo pir bi kulo yarê barkir
xoşî hemî me havêtin
Şahî hemî me darêtin
dawet û dîlan sema
naf çîmen û rexên çema
hinde hinde hinde hinde....
hinde êdî me nevêtin
Ho ho dilo hinde dê bî cihê xema
madem barkir yara dema
to bi bêje pirasiya
xo dişkînin xo di rizînin
di bine rejî di bine şema
hinde hinde hinde hinde...
hinde çi şol min bi we nema
ya min di viya
ya min di parast
ya we di viya
ya we di parast
ji havîna ji zistana
ji baran û birîsiya
Em frotîn bi erzanî
me nezanî...
catî evînê û çakiya
dê me hêlît dê me kêlît
Bi neynukên tiblên piya
dilo dilo dilo....
Ho ho dilo pir bi kulo
Mest û xemgîn hem dil birîn te berdame vê dinê
xem hilgirim ez dê mirim ji dîrya çavên kinê