the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Abrahamê Karapêt

Ser Bîrê

Min te dîtibû li ser bîrê, li ser bîrê Av dikişand bi zencîrê Ez diramûsim keçika pîrê Way lê way lê malam’ wêran Diçûme neçûme, bavo, çevreşê Çavreşê gerdenxweşê Min te dîtibû li nav titûnê li nav titûnê Agir danî ser qelûnê Radimûsim keçxatûnê Way lê way lê malik wêran Diçûme neçûme, bavo, çevreşê Çavreşê gerdenxweşê Min te dîtibû li nav geneka li nav geneka Keçê neke van heneka Radimûsim çavbeleka Way lê way lê malik wêran Diçûme, neçûme, bavo, çevreşê Çavreşê gerdenxweşê Min te dîtibû li nav jebeşa li nav jebeşa Çi hûrik hûrik dimeşa Ez radimûsim keçika reşa Way lê way lê malik wêran Diçûme, neçûme, bavo, çevreşê Çavreşê gerdenxweşê Min te dîtibû li nav pembûya li nav pembûya Çi hûrik hûrik boriya Radimûsim her du ruya Way lê way lê malik wêran Tew çûme neçûme, bavo, çevreşê Çavreşê gerdenxweşê

Bêjebêje © 2015-2024