Abrahamê Karapêt
Zave
Nermal e nermal e oy oy oy oy
Nermal e nermal e li min sebrê tu domamê
Zave çû himamê oy oy oy oy
Zave çû himamê li min keçikê tu domamê
Nexweş e bêhal e oy oy oy oy
Nexweş e bêhal e li min gewrê tu domamê
Nermal e nermal e oy oy oy oy
Nermal e nermal e li min sebrê tu domamê
Zave çûye sûkê oy oy oy oy
Zave çûye sûkê li min gewrê tu domamê
Tîne hina bûkê oy oy oy oy
Tîne hina bûkê li min keçikê tu domamê
Nermal e nermal e oy oy oy oy
Nermal e nermal e li min sebrê tu domamê
Hinê di teştê kin oy oy oy oy
Hinê di teşte kin li min keçikê tu domamê
Dest bûk û zavê kin oy oy oy oy
Dest bûk û zavê kin gewrê tu domamê