Adem Tepe
Dîlan
Hêstir çavêmin dibarî
Wek barana biharî
Agir û mij, êş û elem
Li ser me da dibarî
Min ji wer ne got bawer nekin
Dijmin wek gurê harî
Dîlan Dîlan
Ay Dîlana sebra dilan
Dîlan Dîlan Dîlan
Ay Dîlana sebra dilan
Ew çend sal in bin destan e
Me ne cî û ne war e
Min ji wer negot bawer nekin
Dijmin wek gurê harî
Gerek êdî em bizanin
Kes mera nabe yarî
(Dîsgotin)