a photo of Adem Tepe

Adem Tepe

Êvara Xemgîn

Êvara te ez pir xemgîn im Çavên xwe te digerînim Ez nizanim tu li ku yî Bawer nakim te bibînim Her dem ez te bîr tînim Derdê te har û dîn im Bes e lê tu vegere Ne kevir im, can û xwîn im Bûye êvar derve tarî Çavên min li rêka derî Derî veke de tu were Bê dem ez li hêviya te me Her dem ez te bîr tînim Derdê te har û dîn im Bes e lê tu vegere Ne kevir im, can û xwîn im

Bêjebêje © 2015-2024