a photo of Adem Tepe

Adem Tepe

Evîna Min

Tu yî tenê bîra’m, her gav û her car Birînek bê derman, baş nabî tu car Evîna min, hêvîya min, min nehêle bê te ez nikarim Disa ketî bîra’m, tevî derd û kulan Çi derdekî giran, kes nekşîne bira Evîna min, hêvîya min, ez nikarim bê te bimînim Evîna min, hêvîya min, min nehêle bê te ez nikarim Ketîye xwîna min buyî wek rih û can Ma dinya sê roje, ez mame belengaz Evîna min, hêvîya min, min nehêle bê te ez nikarim

Bêjebêje © 2015-2024