a photo of Adem Tepe

Adem Tepe

Ez Naxwazim

Vê êvarê tu hat bîra min Wek her carî, êş ket dilê min Kambax bûye yar bedena min Wek her carî, êş ket dilê min Ez naxwazim, vira bimînim Ji boy sewa ez te nebînim Ez te dibînim, ez har û dînim Û tû dinalî, bimrim nabînim Ez dûr mame, yar nizanim Ne çîrok im, ne stran im Turikê kula, min da pişta xwe Ez perwer im, dilê min talan e Ez naxwazim, vira bimînim Ji boy sewa ez te nebînim Ez te dibînim, ez har û dînim Û tû dinalî, bimrim nabînim

Bêjebêje © 2015-2024