a photo of Adem Tepe

Adem Tepe

Warê Mezin

Warê Mezin, warê mezin Lê dçêrin karr û bizin Min rindika xwe wenda kir Pişt bi kemer, dest bi bazin Were rindê bê te nabim Ji kêleka te ranabim Ji kêleka te ranabim Derd giran im, derd giran im Warê mezin bi zevî kin Ber bikolin bi kanî kin Rindika li gundê me de Hun ji min re dergîstî kin Were rindê bê te nabim Ji kêleka te ranabim Ji kêleka te ranabim Derd giran im, derd giran im Baran barî her der şil kir Nav kelema tijî gul kir Rindika li gundê me de Kezeba min tijî kul kir Were rindê bê te nabim Ji kêleka te ranabim Ji kêleka te ranabim Derd giran im, derd giran im

Bêjebêje © 2015-2024