the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Adil Bêrtî

Bahoz

Di bahar a dilê xwe da mi gul sosin hewan Di havîn a dilê xwe da mi derd û kul kewan Di payiz a dilê xwe da mi êş û jan kişan Zivistan a dilê xwe da bah û bahoz xwarin dayê Bah û bahoz xwarin dayê, bah û bahoz xwarin Di ciwaniya emrê xwe da bah û bahoz xwarin dayê Bah û bahoz xwarin dayê, bah û bahoz xwarin Dayê ez zarokek dozde salî me Zarokatî ya xwe ez têr nejî me Geh li kolanan geh li zindana me Di bahara dilê xwe da bah û bahoz xwarin dayê Bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin Di ciwanîya emrê xwe da bah û bahoz xwarin dayê Bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin Carna ez diçim mirinê lê ez nemirim Carna ez dilçin jîyan ê lê ez li wir mirim Dayê ez nemirim vaye hê dijîm Di ciwanîya emrê xwe da bah û bahoz xwarin Dayê bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin Di bahara dilê xwe da bah û bahoz xwarin Dayê bah û bahoz xwarin dayê bah û bahoz xwarin

Bêjebêje © 2015-2024