the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Adil Bêrtî

Dezgirtiya Xorta

Nalînek tê guhê min lê winda û nehan e Agir berda dilê min tev bu pêt û duxan e Barek daser milê min lê barekî giran e Dane serhev kulên min hemîder û bela ne Dengê kêye ye dinalî nali nala welat e Dikî gazî dikalî rabin çaxê xebat e Kurd û zaz û celalî tevda çêkin civat e Kes xwe nedin wîyalî îro roja felat e Xortê Kurdan şîyar bin guh medin wan nemerdan Bav û kalê me rabun hemî mirin ji derdan Derdê li wan giran bun îro lime çi serdan Newek bav û bira bun yara xwe ji des xwe berdan Xemlandîme seran ser dezgirtîya xorta me Gerden sêvek sor û zer li hêvîya merda me Qelen xwîn e ne gewher kurdîstana kurda me Bê tang û top û leşker îro we ez berda me Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024