the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Adil Bêrtî

Ez Xemgîn im

Ez xemgîn ê yarê me Siyabendê Xecê me Berfa çîyayê sîpan ê yâr evîndarê te me Ez xemgînim xemgînim yarê ez har û dînim Ez evîndarê te me wek bil bilan dixwîn im Ez xemgînê canê me yar tu Zîn ez Memê me Berfa çiyayê Dêrsim ê yar ez heyran ê te me Ez xemgînim xemgînim yarê ez har û dînim Ez evîndarê te me wek bil bilan dixwîn im Ez xemgîn ê ciwan im tu Leyla ez Mecnunim Berfa çiyayê Cudî me di ser teda dibarim Ez xemgînim xemgînim yarê ez har û dînim Ez evîndarê te me wek bilbilan dixwîn im

Bêjebêje © 2015-2024