the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Adil Bêrtî

Potporî

GOZA MIN GOZELÊ Goza min gozelê lê şêniya min şê zerê lê Goz bêrîka berdîra goza min gozelê lê Goz bêrîka berdîra şênî ya min şê zerê lê Xirm û xirmê ser tîr a goza min gozelê lê Xirm û xirmê ser tîr a şênî ya min şê zerê lê Goz bêrîka bizina goza min gozelê lê Goz bêrîka bizina şênî ya min şê zerê lê Xirm û xirmê bazin a goza min gozelê lê Xirm û xirmê bazin a şênîya min şê zerê lê Goza min gozelê lê...şênî ya min şê zerê lê LÊ DÎLAN Lê dîlan dîlan dîlan lêw lê dîlan ê Lê dîlan dîlan dîlan zerîya mi kanê Sa hîy ye ser sa hîy ye lêw lê dîlan ê Mehîna mal zahî ye zerîya mi kanê Canîkî nêr anîy ye lêw lê dîlan ê Min û malo nîvîye zerîy ya mi kanê Sahîda ewr gurmijî lêw lê dîlan ê Ser xanîyan bune tijî zerîy ya mi kanê Kec rindo law xwe dikujî lêw lê dîlan ê Kec rindo law xwe dikujî zerîy ya mi kanê Lê dîlan dîlan dîlan lêw lê dîlan ê Lê dîlan dîlan dîlan zerîya mi kanê TU BI ZÊR Î Tu bi zêr î zêr î zêr î zêrîn a min Tu bi zêr î zêr î zêr î şîrîn a min Ez û zêrê qîz xalin zêrîn a min Ez û rindê qîz xalin şêrîn a min Çîyakê hana dinalin zêrîn a min Çîyakê hana dinalin şêrîn a min Xelkê wetro bê malin zêrîn a min Xelkê wetro bê malin şêrîn a min Tu bi zêr î zêr î zêr î zêrın a min Tu bi zêr î zêr î zêr î şêrîna min Ez û zêrê qîz metin zêrîn a min Ez û rindê qîz metin şêrîn a min Çiyakê hana da ketin zêrîn a min Çiyakê hana da ketin şêrîn a min Xelkê wetro dawete zêrîn a min Xelkê wetro dawete şêrîn a min Tu bi zêr î zêr î zêr î zêrîn a min Tu bi zêr î zêr î zêr î şîrîn a min

Bêjebêje © 2015-2024