a photo of Adil Hiznî

Adil Hiznî

Gunehim

Ka ezê çawa bi revim, gunehim Ji warê eşqê der kevim, gunehim Eve çend sal nexweş mam, gunehim Nizanim ezê bi kuve herim, gunehim Gunehim gunehim ez gunehim Dema ez çava di bînim, gunehim Kesî li ber xwe na bînim, gunehim Keserên kur dik şînim, gunehim Ji bo gulê ez xwînim, gunehim Gunehim gunehim ez gunehim Navê te li cem min sûnde, gunehim Tîpên yasîna rinde, gunehim Kevoka li nava gunde, gunehim Evîna me bilinde, gunehim Gunehim gunehim ez gunehim Bi derman û nivişta, gunehim Xwediyê erban û xişta, gunehim Li cem wan Xwedê nehişta, gunehim Êşa min ne nav û pişte, gunehim Gunehim gunehim ez gunehim Hozan: Adil Hiznî

Bêjebêje © 2015-2024