a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Çaweriwanî

Hemû şew çawerêm belkû be mexfî yarî canî bê Le tarîkî şewa şo'ley cira mûşkîl nîhanî bê Çiray ewel şewi qebrim girey dilme le hicranit Be sirwey bay ecel şem'î mûradim her ke fanî bê Le sehray mehşerîsa yarî min terkî cefa naka Fîday ew şoxe bê rûhim ke cewrî dû cîhanî bê Leqa xiwahîş dekem dayim ke binwênê welê naçar Rezam herfî cewabit bişnewim ba len teranî bê Be cûz manî misewir qewsî ebroy wî nekêşawe Ke manî neqşî keşa bê debê her wa kemanî bê Rewanî kohken ba taze ka teqrîrî şîrînim Be şîrînî lebit naga şeker ba esfehanî bê

Bêjebêje © 2015-2024