Adnan Kerîm
Darî Azadî
Darî azadî be xwên aw nedrê, qet ber nagrê
Serbexoyî bê fîdakarî ebed ser nagrê
Piyaw ebê bo sendinî heqî le mirdin sill nekat
Her birrûxê bes nîye, taku nesenrê, nadrê
Kurd egerçî muddetêke dîl û damawe
Bellam bawerit bê rohî mîllî her emênê, namrê
Qet mellên dujmin behêze top û teyarey heye
Îtîfaqtan eger hebê zor zehmete xoy ragrê
Nêr û mê herdû becûte bo weten hewllê neden
Dûre derçûnî le dîlî, mel be ballê nafirrê
Fayeq bêkes