a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Derdî dûrî

Derdî dûrî zor girane dilbera hîcran bes e dil wekû perwane sûta çawekem sûtan bes e 'aqilan şeyda debin rûbundî ser û rû lamede 'aşiqan kuştey cefatin qetlî mezlûman bes e murxî dil pabendî danewdawî xalewzulfî xaw gîrî bendîxane ta key bendî bê aman bes e herçî bûm birdî betalan turkî mestî çaweket taqet û sebr û qerarim pê nema talan bes e şahîdim firmêskî xwênîne ke to cergit birîm 'aşiqî rûtim eger teqsîre ger tawan bes e êstekeş mecnûn û leylê hen le 'esrî tazeda şêt û sergerdanî tom, heyranî tom , hîrman bes e gencî 'îşqit pirr be wêraney dile û min pêm keme ta ziyadibê çawerêy dîşim melê êhsan bes e ger qisey 'îşqî gol û bulbul le lat efsaneye to gulî xendan û emnîş bulbulî giryan bes e awrit berda dil û gyanî heqîqî çawekem derdî bê dermane 'îşqit derdî bê derman bes e

Bêjebêje © 2015-2024