a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Dilî min

Lew rojewe toy dîwe, perêşan e dilî min Sewda û zede û bê ser û saman e dilî min Sergeşte esûrrêtewe bê lane dilî min Her satê be derdêkewe nallane dilî min Herçende be dûya egerêm şar û wilatan Deşt û kej û sehra û çiya û çol û biyaban Şêtane ebê rûy le çi la kirdibê yaran Wek bulbulekey wêllî gulistan e beharan Axo le çi gulzarê xezel xwane dilî min Ya derbederî kuçey şarane dilî min Sed xozge bê bew roje ke nembîstibû nawit Nemçêştibû tamî mey meyxaney çawit Neydîbû dest û pêy dilekem helqey dawit Azad bû le pêç û xemî egrîcey xawit Wa êsta le taw agirî hîcranî be tawit Firmêskî ellêy terze û baran e dilî min

Bêjebêje © 2015-2024