a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Eşq û Azadî

Eger çî şew direnge saqî bom têke kemekî tir Ke wa em şew serîhelda le naximda kemekî tir Le bade em jemetêrke minî tînuy cîgersutaw Be çî diyare ke deybînim şewêkîtir jemêkî tir Ewende derdedar û bê peristarim ke pêm waye Le ser kêkî temen helnagirê taze şewêkî tir Gelêkim rojgarî tal û şêrîn rabiward axo Merg mewda de da dîsan bibinim serdemekî tir Geyştme ser tropkî arezu rojê ke çi riwanîm Le pêşimdaye zerd û mahu û sext û estemekî tir Heta çarşêw be ser to we debinim nazenînî kurd Be ser bîlbîlekey çawî mina dekişê temêkî tir Nema xanî heta çîrokî êşqî ême darêjê Dena hêşta le kurdistan dejîn Zîn û Memêkî tir Hezar hênde perîşan û siyaçare bijîn hêşta Le nêw dilda heme awatî xal û perçemêkî tir Hetakû dîwa pişû rêbiwarî rêgay eşq û azadim Eger bêcige le nakamîş nebinim berhemekî tir Ke firmêskim le ser ruxsarî kîjî dilşikaw bînî Gotim ya xwa le ser surgul nebinim şewnimêkî tir Şewêkî çawenwarit bûm nehatî gyanekem mîstit Mnî dilnasikî şair bigêrim matemekî tir Xidirnîm bo temen şêt bim be kanî jînêda nûsêm Ewindem jîn dewê ta dem denême nêw demekî tir Be to çarey çilon dekirê derunî pir le nasorim Xisarî bo dekey diktorî zana merhemekî tir Bihar û gul kiç û mangeşew şi’îrî ter û bade Le wey ziyatir cenabî şêx gerete alemekî tir

Bêjebêje © 2015-2024