a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Giryanî Nîwey Şew

Şewane ew demaney degate katî nîwey şew Xelk nûstû le çawim wa keser dîsan rewandî xew Sikûtekî besam sertaserî em dêye dadegrê Dellê herzîndewarêkî heye lew dêye da demrê Le hîç la xişpeyek nayê çiray malekî nayisê Be espayi lemal dême derê dexoşim wekû nîsê Tek û tenya be aramî deçim bo girdekey berdê Be diltengî û kiz û xemnakî radekşêm leser berdê Dekem ca seyrî estêran û heldemijim şiney şewba Şew û bê dengî çend xoşe hemîşe xozga her şewba Weku awalî çak estêrekan gwê radêdirên bom Heta boyan beyan kem mû be mû razî derûnî xom Kulim heldestê ewcare leber derdim denalênim Heta awirî dilim dekujêtewe esrîn debarinim Şewane ger nekem ew şîwen û nalîn û giryane Desûtênê wicudim agirî em cerge biryane Belê giryanî niwey şew deka nasorî dil merhem Kûl û kom dademirkênê becêdêlî dillî min xem Helbest: Hêmin Mukrîyanî

Bêjebêje © 2015-2024