a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Koc

Koçî Kurdan Koçî kurdan wa be karwan dê le rêy şaranewe Roj be barî qurs û birsî şew le ber baranewe Nîştimanî xome deypêwim pêm dellên aware ye Gerçî bê reşmal û pêxwas ser be kosaranewe Rêge dûr û xêl mandû û lêw be bar û pê petî Çaw be esrîn dêne pîrî koçekey yaranewe Naye sozî dengî goranî heware û koçî sûr Karwan gwêy dawe be nalley birîndaranewe Bo minalê termî daykî xoy be cê dêllê û eçê Asman degrî melan degrîn be ser daranewe Dengî top û tîrî dujmin dê le şwênî koçewe Cê hewaran wa be destî sûrî zordaranewe

Bêjebêje © 2015-2024