a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Niştiman

Çen bîrî estêran dekem, tenya lewê Her estêrew bo cê jiwanê rênmaye Çen be ’eziretî asmanim, tenya lewê Asman deryay damanî leberdaye Bo bonêkî xwakird şêt bûm, tenya lewê Her kulîlkêk şûşe bonî ser wallaye Le her cêyek çiya bibînim Dillim wek le jiwanî yekemim da dadexurpê, radeçillekê Sersam dewestim le binya wa têdegem Le çiyay min ra dest pê deken çiyakanî hemû dunya Le her kwê kanî bibînim Dillim wek le jiwanî yekemim da dadexurpê, radeçillekê Pêş ewey bînî pêwenêm Leberdemya be hêminî çok dadedem Qewzey serî wek şa biskî şorrejinê şane dekem Çunke min wam be bîrda dê, ke şîrînayî gişt kanîyekan Le nîştîmanî min radê Sermay gelê şaranim dî Bellam pencem le go neçûn Çunke sermay hemû cêyek tîşkê rojî nîştîmanî minî tiyaye Germay gelê şaranim dî Bellam giyanim weriz nebû Çunke germay hemû şarê sirweyekî nîştîmanî minî tiyaye Nîştîmanim to wek taney leser çawim To wek temî, le gişt lawe dewret dawim To awêney, le naw to da hemû dinya be dî dekem To teymanî, be hoy towe hîç nabînim Ne kel debînim, ne zewî Ne xwa debînim, ne asman Ca nazanim ne cîhan wek to biçuke Ne to gewrey beqet cîhan Nîştîmanekem kurdistan Ebdulla peşêw

Bêjebêje © 2015-2024