
Adnan Kerîm
Peyamî min
By: Ciwan
Peyamî min be ciwê
Em dilbere, nazdara ranaga
Nesîm bê sîm debînê
Şil debê, bem kare ranaga
Wutî sebrêt hebê
Dûbare dême, dîtinit em e
Le kurtî da temen
Wa diyar e, bew dîdara ranaga
Wekû perwana dewrî
Lêdedin lawanî xo welatî
Gulî êre bi ciwanî
Bulbulî aware ranaga
Nexoş û dardedar û
Dil birîndarim, perestarê
Be halî em dila
Pir jan û pir azara, ranaga
Dekey maçî dem û lêwan
Eger hêz û gurêkit bê
Dena ciwanê be derdî
Aşiqî bê çare ranaga
Debê bulbul le min fêr bê
Xezel xwênî, belam çi bikim?
Girftar im, çirîkem
Bew gul û gulzara ranaga
Peyamî min be ciwê
Em dilbere, nazdara ranaga
Nesîm bê sîm debînê
Şil debê, bem kare ranaga
Wutî sebrêt hebê
Dûbare dême, dîtinit em e
Le kurtî da temen
Wa diyar e, bew dîdara ranaga