a photo of Adnan Kerîm

Adnan Kerîm

Saqî beste

Saqîya wa badewa, wa badewa [x2] Rû le lay min ke be camî badewa [x2] Muşterî wek min le meyxanê kemin [x2] Zorbeyan şad û bekeyf û bê xemin [x2] Mey helala bo minî wêrane mal Bo minî ser geşte, û rût û recal Bo minî ba bir dilay girde neşîn Bo minî dil pir le nasor û birîn Bo minî aware û dûre weten [x2] Bulbulî bê beş le gulzar û çemen [x2] Nabê qet naley cûdayî bê eser Ca çiney bîke çi piyawî der be der Boye nalem têkelî ney kirdûwa Şîwenêkem pêye ney, ney kirdûwa Lêm gerê ba derbirim sozî derûn Lêm gerê ba helwerênim eşkî rûn [x2] Saqîya wa badewa, wa badewa [x2] Rû le lay min ke be camî badewa [x2] Muşterî wek min le meyxanê kemin [x2] Zorbeyan şad û bekeyf û bê xemin [x2]

Bêjebêje © 2015-2024