Adnan Kerîm
Sozî dil
Dilim her ew diley caran e
Êstakej enalênê
Henasî sardî nakamî
Le sînem da, etasênê
Eger ciwanît serincim rabikêşê
Megre lêm çûnke
Cemalit pêkerî fênûs
Xway ciwanîş ecûlênê
Eger ciwanît serincim rabikêşê
Megre lêm çûnke
Cemalit pêkerî fênûs
Xway ciwanîş ecûlênê
Peçet lade bibînim rût
Emin xo seryî to nakem
Le rûyî to tê degem yezdan
Çilon nexşê enexşênê
Ke tişkî roj ede zaxawî pirçî
Zerdî zêrînit
Le lam qews û qûzeh hîç
Roneq û şewqekî namênê
Ke tişkî roj ede zaxawî pirçî
Zerdî zêrînit
Le lam qews û qûzeh hîç
Roneq û şewqekî namênê
Temen rû bo xezan derwa
Keçî gerdûn ewa taze
Le wêranî dile toyî
Gulî dildarî erwênê
Be çeşnî xoşewîstî to
Le sîne û kellema çespa
Meger camî ecel ew tîn
Û tawey lê helebcênê
Be çeşnî xoşewîstî to
Le sîne û kellema çespa
Meger camî ecel ew tîn
Û tawey lê helebcênê