a photo of Agirê Jiyan

Agirê Jiyan

Adarê

Çûme serê çîyayê Gabar Kulîlk vebûn nexşa bihar [x2] Êdî bes e zulma neyar Gelek xweş bû şahiya Adar [x2] Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê [x2] Me ne zordestî, kevneperestî Me ne zulm û koledarî [x2] Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê [x2] Şervane l’ser zinar û lat Dibezin ber bi roja felat [x2] Gelê me rabe roja nû hat Ew şehidên rewşa welat [x2] Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê [x2] Me ne zordestî, kevneperestî Me ne zulm û koledarî [x2] Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê Li zindanan bi berxwedanî Çendî şehîd serî danî [x2] Standin dîroka tolanî Li ser çîyan ronî danî [x2] Adarê, xweş adarê, kulîlka ber biharê [x2] Me ne zordestî, kevneperestî Me ne zulm û koledarî [x2] Adarê, xweş Adarê, kulîlka ber biharê [x2]

Bêjebêje © 2015-2024