a photo of Agît Işik

Agît Işik

Ber Derê Kî û Kî

Şev û roj li ber derî bû Ha li vî alî, ha li wî alî bû Mêro! ji me ra sondxwarî bû Wa îro ji nav me xalî bû Ber derê kî û kî kankil û kuncî Ber derê kalo kankil û kuncî Me bi çavê xwe dî ew jî zewicî Sibê heya ro ava dibû Stranê wî li ser lêva bû Mêro! ji halê xwe lava bû Wa îro ew jî zava bû Ber derê kî û kî kankil û kuncî Ber derê kalo kankil û kuncî Me bi çavê xwe dî ew jî zewicî Herêm: Hezro Çavkanî: Metê Wehîdê (Vahîde Baltaş)

Bêjebêje © 2015-2024