Agît Işik
Berxê
Ew şana cot moriya
Ew gerden û zerîya
Ez parsekê memika
Lê berxê lê lê berxê
Berxê tu berxa ke yî,
Tu şirîkê şeva kê yî
Kesî nedî tu ya kê yî
Lê berxê lê lê berxê
Tavê li ser enîya te,
Xwedana nav porê te
Xweş hingivin lêvê te,
Lê berxê lê lê berxê
Berxê tu berxa ke yî,
Tu şirîkê şeva kê yî
Kesî nedî tu ya kê yî
Lê berxê lê lê berxê