a photo of Agît Işik

Agît Işik

Çîroka Wê Bayê

Were runê şêrîn esmerê Hal û hewalê xwe ji te re bêjim Tê bîra te serê sibê Hênikayîya dar û bera ciwanîyê Li hewş hêlîkan Sivik bû jîyan Bi me ra dihejîya Xwîyna me li neqeb û banî dikelîya Raxistî li ber me dinya fire û zelal Ne hewce bu roj li rukê me bida Ramûsanên bêminet xwe li me dipêça Roj dan peyhev sal winda bûn Nav mij û dumana vê bajarê mam Jîn bu lehî hat xezebê Hêvîyên kolanan da berxwe û çû Li rê stran vedam Mêvan lê hat û çûn Dawîya bi serê xwe mam Bi kar û barê dinya staram nebû Kevok danî ber şibak naa çênebû Nav bîranînên şîlo li xwe gerîyam Aqlê'm li bayê wê sibê û li te ma Were runê şêrîn esmerê Çawa'm ji te re go hal û hewal ev e Îcar tu bêje Keremke bêje Gelo hê li wir î ?

Bêjebêje © 2015-2024