Agît Işik
Gulnaz
Gulnaz, wekî ji min ra yarî
Êdî min çi derde
Li pişt min çiya û beyar î
Êdî min çel û nerd e
Ji min re dinya û alem î
Şêrînê de xeberde
Hezar lutb î û kilamî
Ez hilînim ber te
Hub û evîna te esmer
Dermanekî merd e
Nakim xofê jehra mahrê
Xayîn û nemerd e
Muhbeta te li min bihar e
Sufet tava şerq e
Çi xema min hewa sar e
Zivistana sert e
Çavên te de soz û îman e
Min qerar û şert e
Te sîng çayîr û çîman e
Ji min re war û erd e
Hub û evîna te esmer
Dermanekî merd e
Nakim xofê jehra mahrê
Xayîn û nemerd e
Helbest: Fêrîkê Ûsiv (ji helbesta Nîkolayev Popovîç)