a photo of Agît Işik

Agît Işik

Hez

Hezê digerim Bi delekî mişt hez Nebînim bi ser ve nebim jî ez Ez ê ji dû venegerim Hezê digerim hezeke wusa Safî,sebîl ne miqabilî tiştekî Û henûn henûn mîna ya mindalekî Dibînim heza berxika li dû makê Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê Hezê digerim niha dizanim Dengê xwezayê ye hez herikîna avê Guvîna bê xuşîna spîndarê Min xezalek wenda kir Li vê pesarê Dildarên xakekî nebedî bûn Şiverîyên çîyayekî de vê berêvarê Dîsa welatekî de vê berêvarê Hezê digerim di dilê welatekî de Min ji welatekî hez kir li vî dîyarî Hinek ji vî bajarê paşê dîsa ji welatekî Mîna nanekî çar parî… Helbest: Arjen Arî Muzîk: Mirady

Bêjebêje © 2015-2024