a photo of Agît Işik

Agît Işik

Rojên Tarî

Mijê girt ser welatê min ka heyv û roj, ka asîman? Ket ser şar û kelehên min tîr tê re naçe mijek giran Ava spî bi çavan de hat rê û rêçik tev wenda ne Li beriya min aso dûr e dergeha min bûye leylan.. Derdan heland hinav û dil diaxivin kul û birîn Janê daye dilê bi kul ji ber daxan dikim qêrîn Dikim hawar , gazî dikim li heval û cîranan Ji birînan min bi cok in ji çavên min çemên bi xwîn..

Bêjebêje © 2015-2024