the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ahmedê Mirazî

Bilbil Û Mêvan

Lê dîne mi bi xulama cî meqamî dilêm Dilo jaro belengazo, min bi çavê serê xwe dît bilbilê malşewitî, dixwîne ji xwa ra bû mêvanê gulê Dilo wî wî wî wî wî, merezam yar yar yar yar yar merezê Li minê min bi çavê serê xwe dî, bilbil dixwîne bû mêvanî gulê Ha dilo jaro belengazo, awirê wê teresê wisan e, wekî meriya dinêre li meriv zêde dike derd û kula Dilo wî wî wî wî wî wî wî wî, de yar yar yar yar yar yar merezê Lê lê dînê awirê te ne ken e, kêlê kevira, kokê dar û bera ye Xelk wê birîndarê şûra, gula, riman û qeman e, evê teresê ez wê birîndar kirime bi awirê belek çavan e wele, giliyana, gotina, van xebera Dilo wî wî wî wî wî wî wî, de yar yar yar yar yar yar merezê Di wê teresê ez wê birîndar kirime bi awirê belek çavan, giliyan û gotina van xebera Dilo jaro me digo awirê wê teresê, teresbavê wisa nîn e Mînanî merivkî birîndar be, birîndarê heft salan be, salê carekî birîna wî biaxife Meriv destê wî birîndarî bigre teze birîna wî bigre bide ber xencera Wî wî wî wî de yar yar yar yar yar yar merezêrê

Bêjebêje © 2015-2024