Ahmedê Mirazî
Nîvê Şevê
Were wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê, wey lê wey lê
Ê lê dînê bi, ez nexweş bûm pir bedhal bûm, êvar bû şermate ya nîvê şevê mi
bala xwe dayê
Dîkê nîvê şevê li min ha dixulxuland
De min ê bala xwe dayê, du pîrê zebanî, bêaqûbetê, bêîman
Li ber serê min evdalê Xwedê rûniştî bûn
Yekî bi helebiyê kefenê min dipîva, yanga dinê bi meqesê sivik sivik wiha difesiland
De ji nîvê şevê bi şûn da xwêdana xêrê li min rabû, qîrînêkî li min tesel bû
Min bala xwe dayê keweke gozel e, gogerçîn li kêleka mi evdalê Xwedê rûniştî bû
Li fenanê ewrê biharê, meha nîsanê baran jê dibare
Ser mi evdalê Xwedê da hêstrê çava ha dibarand
Mi go wey lo, agirê kulê mala bavê ketê, welatê xerîba ez bimrim tu bimînî
Nizanim qolî zêra ber eniya gever dêmê gulî te ji kê ra dişitiland
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, de wayê li minê, xayîn felekê
Zû were wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê, wey lê
Oy lo lawiko ez ê li ber te da dar im, ji dara hirmê me
Ez ê gul im gul sosin im, li zozana li çiya û belanê bilind û wa devê belekiyê
De ez ê wexta dagera ê’lê, şixul emelê dinyayê, dinyalikê, debarê wi dirlikê
Ez ê ta rihana bibînîm, hêşîn bûne li ser riyê çar deriyanê koçî keriyên van
eşîra wa li dirbê min
De keleşo lawiko min bihîstiye tu derî welat, dev ji welatê xerîba vê gurbetê
ha ez nemînim
Ez nizanim bi çav û bîrêyê belek dêmê gulî, li welatê xerîba ez ê bimînim li
hêviya kê me
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, de wayê li minê, xayîn felekê