the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ali Geçimli

Rûkenê Bikene

Pêl bi pêl nêz dibe Deng û awazên te Gul û sosin dibişkivin Li ser çiyayên dilê te Rûkenê bikene Bila şên bibe jiyan Hêvî bilind dibe Bi evîna azadiyê Bimeşe tu ber bi riya dûr Nefikire kûr û kûr Ne êş û ne jî elem Xwe xelas ke ji xeman Tu xwe daweşîne Rabe li ser piyan Her der raperîn e Têkoşîn e jiyan Dê azadî bê helbet Bi sond û peymana me Em ê jiyanê bihonin Rojên nû ne li pêşiya me Rabe şiyar be Rojeke nû hiltê Hêviya azadiyê Jiyana me geş dike Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay

Bêjebêje © 2015-2024