Ali Jiyan
Arîn Mîrkan
Li hemberî tanq û topan
Kemîn danî canek ciwan
Ew bû bersiv ji bo hovan
Bûye sembol a berxwedan
Reng û çeleng a jinayî
Gulek li nava dilayî
Tîrêja li Rojavayî
Hêvîyek ji bo gelayî
Arîn Mîrkan, Arîn Mîrkan
Li Miştenûr bû kevok û firîya
Di nav bayê azadîyê
Bask vekir çû ber bi deryan
Kobanê îro bi navê te
Ewê azad bike jîna me
Hêstir ên çavên dayik a te
Av dide gulên axa me
Gotin : Wezîr Demir
Muzîk: Ali Geçimli