the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ali Jiyan

Berxwedan Jiyane

Di nav Cizîrê li berxweda jînê Ewê azadî bîne ji bo hebûnê Keç û xortên teyî çeleng Ew ji bo me dikin şer û ceng Berxwedan jiyane Jiyan berxwedan Ji bona azadî Ji bo nû jiyan Jiyanek serbixwe daxwazîya me Ewê zulmê rake berxwedana we Li Nisêbîn, Sûr û Amed´ê Li herderê li berxwe dide Berxwedan jiyane Jiyan berxwedan Ji bona azadî Ji bo nû jiyan Hûnin qehreman, şervan û çekdar Li qadan şêrin li hember neyar Cangorîyên vî welatîne Ewên ji me re azadî bîne Gotin : Wezîr Demir Muzîk: Ali Geçimli

Bêjebêje © 2015-2024