the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aram Marangulyan

Suyît

A hey wî wî, dicirîne, dicirîne, dicirîne Emer Axa şûrekî dirande tîne De wê êla Kîka, Mila dicivîne Fîncana qawê ser taxima zilfê zêr datîne Divê kê fîncana qawê hilîne ser simêla pale pûla welgerîne Wê here Erebistanê Bêcanê bîne, Perîşanê helaliya Xwedê bistîne Hey wî wî, ax hey wî wî, hey wî wî Şêrê mi nezan in, ne bîlan in, hey wî wî A hey wî wî Emer Axa bira xêrê nevîne Gênim biçîne, zîwanê dewsê hilîne De bira dergûşa kurîn ber hemêza xwe nevîne Çawa xwarziya ser xala da bi şev dişîne Şerê xal û xwarziya wisan e, bi notla derdekî bê derman e Hey wî wî, ax hey wî wî, hey wî wî Şêrê mi nezan in, ne bîlan in, hey wî wî A hey wî wî Kero digo dayê, han e bi mi han e Dayê han e bi mi han e Bes e mi xewan danane Min ê kevirê çeqmaqa daniye koka biran e Min ê yek şandiye seva loman e Bira nevêjin Werdeka dê xew, bê xem e, bê xwedan e Hey wî wî, şêrê mi nezan in, ne bîlan in, hey wî wî

Bêjebêje © 2015-2024