the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Aram Serhad

Ey Welatê Min

Sor û zer bûye çiyayên me Kulîlk vebûye deşt û zozana Ava çem û kanî guje guje Bêriya te dikim ey welatê min Ji te dûr mame ax evîna min Ji te dûr mame ax axa min Ji te dûr mame roniya çavê min Ji te dûr mame ey welatê min Li xeyalan kûr, em mezin bû Şal qelêşî, sol peritî Çiqas xweş bû wan demên berê Bêriya te dikim ey welatê min Ji te dûr mame ax evîna min Ji te dûr mame ey axa min Ji te dûr mame roniya çavê min Ji te dûr mame ey welatê min

Bêjebêje © 2015-2024