a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Adar e û Newroz e

Adar e, ax adar e Newroz û xweş bûhar e Adar e û rengîn e Ew deng û banga jîne Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dujmina derd daye Ser sala me Kurda ye Gava em der tên deştê Bîna gulê sor, xweş tê Yê biçûk, yê kû xortin Tev diçin, cot bi cotin Gava em der tên deştê Bîna gulê sor, xweş tê Yê biçûk, yê kû xortin Tev diçin, cot bi cotin Adar e, ax adar e Newroz û xweş bûhar e Adar e û rengîn e Ew deng û banga jîne Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dujmina derd daye Ser sala me Kurda ye Tev berê xwe dan çolê Ji boyî gok û holê Meha me yî Adarê Ax cejna Kurdistanê Berê xwe dan çolê Ji boyî gok û holê Meha me yî Adarê Ax cejna Kurdistanê Adar e, ax adar e Newroz û xweş bûhar e Adar e û rengîn e Ew deng û banga jîne Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dujmina derd daye Ser sala me Kurda ye Hemî bi xemil û xêzin Li pey hev, giş bi rêzin Çengê me tazî ne Bûhar e, dema jîne Hemî bi xemil û xêzin Li pey hev, giş bi rêzin Çengê me tazî ne Bûhar e, dema jîne Adar e, ax adar e Newroz û xweş bûhar e Adar e û rengîn e Ew deng û banga jîne Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dujmina derd daye Ser sala me Kurda ye

Bêjebêje © 2015-2024