a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Ala rengîn

Ala rengîn kesk, sor û zer Te hildim jor, xwe bidime ber Roja şahiyê û şahiyan Silav bidim li hember (Koro) Tu cewher û xemla me yî Tu ronahiya çavê me yî Te hildim li Kurdistanê Daxwaziya dilê me yî Ala rengîn cewher û xweş Bikişînim jor bibî geş Bi leşkerên Kurdistanê Pêşroniya te bikim meş Ala rengîn tu şêrîn î Kesk û sor û zêrîn î Cewher bi rima zîvîn î Silavê gel distînî Gotin: Feqîr Ehmed Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024