Aram Tigran
Asê
Asê têye kaniyê lê Asê
Polê zêra eniyê lê Asê
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê
Sûretsorê tew xasê, can Asê
Derê mala we dar e, lê Asê
Asê gund da destdar e, lê Asê
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê
Sûretsorê tew xasê, can Asê
Lingê Asê xirxal e, lê Asê
Xirxalê xweş qaş daye, lê Asê
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê
Sûretsorê tew xasê, can Asê
Çavê xorta li te ye, lê Asê
Dîna wan bejna te ye, lê Asê
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê
Sûretsorê tew xasê, can Asê
Bejna Asê kember e, lê Asê
Asê gund da digere, lê Asê
Lê Asê, lê Asê, lê Asê, ax Asê
Sûretsorê tew xasê, can Asê
Gotin: Ehmedê Gogê
Muzîk: Aram Dîkran