a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Ax axa welat

Ax hey hey welat, ax hey hey zeman Ka çima rastî li ser te neman Dil ax e ax e Ev çax çi çax e Kurd ser axa xwe Bûne şax şax e Bazk û qanat î Av li heyat î Ji mi ra ziyaret î Ax axa welat Hetanî heme Maşûqê te me Bêy te dil xem e Ax axa welat Çima zozanê te yî Xas bilind cî Nayên vegirtin Konê Kurmanc in Kaniya xulxulî Şalûl bilbilî Zeyneta dilî Ax axa welat Nifûsa weten Li ser bîna te Hêsîriya milet Li ser dîtina te Bes e êdî bes Me bibe xîret Bextê şehîda Me bibe şîret Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024