a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Bêbextî

By: Ciwan

Li min bihorîn gelek sal û dem Li min kom bûn gelek derd û xem Emir diçe bi êş û elem Ez tenê hiştim vê bêbextiyê Li min bihorîn gelek sal û dem Li min kom bûn gelek derd û xem Emir diçe bi êş û elem Ez tenê hiştim vê bêbextiyê Zeman û yar li min bûne yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Zeman û yar li min bûne yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Ez tenê hiştim vê bêbextiyê Naçin ava ev roj bûne sal Sal dirêjin, ez kirime kal Bi ciwanî daye min gopal Piştxûzkirim, vê bêbextiyê Naçin ava ev roj bûne sal Sal dirêjin, ez kirime kal Bi ciwanî daye min gopal Piştxûzkirim, vê bêbextiyê Zeman û yar li min bûne yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Zeman û yar li min bûne yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Ez tenê hiştim vê bêbextiyê HÊsîrim dehfa ber delavim Qelsim, êdî bê pesn û bê navim Por çû, çav çilmisî û rû xavim Ez hejandim vê bêbextiyê Hêsîrim dehfa ber delavim Qelsim, êdî bê pesn û bê navim Por çû, çav çilmisî û rû xavim Ez hejandim vê bêbextiyê Zeman û yar li min bûne yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Zeman û yar li min bûne yek Li dora min çêkirin xelek Li min gerandin çerxa felek Ez tenê hiştim vê bêbextiyê

1

Bêjebêje © 2015-2025