a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Bes e bikî nalîn

Em nezan in ev çi çax û çi zeman e Bes e em bikişînin van derd û xeman e Li cîhanê nema bawer û îman e Me pîr û kal kir hal di me nemane Bes e bikî nalîn û ax û waxê Ta kengî tê bimînî navê axê? Bifiroşe mal û milk, baxçe û baxê Mala xwe bar ke here ji vê taxê Ka ew welatê bab û kalê me Ka bax û baxçe û milk û malê me Ka ew egîd û xort û ciwanê me Dinya wa tev digirî li ser halê me Gotin û Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024