a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Bi xêr hatî tu Newroz

Bi xêr hatî tu Newroz Sersala me(tev) Kurdan î Dilê me her li ba te Hêja û sergiran î Newroza me hêja ye Bijî sersala Kurda Bi kêf û saz û govend Vejînin li Kurdistan Newroz çi qas delal e Bi gul û çîçek cehal e Her sal her sal van çaxa Dilê me tim li bal e Tu vedikûjînî derdan Tuyî cejina me Kurdan Bîst û yekê Adarê Me digijînî(digihînî) biharê Her dimînî belekî Dilgeş dikî gelekî Kulîlk dertên kesk û şîn Li her alî didin bîn Muzîk: Aram Dîkran

Bêjebêje © 2015-2024