a photo of Aram Tigran

Aram Tigran

Boy te dîn im

Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavê xwe li te digerînim Bawer nakim te bibînim Sibê nîvro berêvarê Hîviya te me li bin wê darê Wextê dûr va te dibînim Dil û hinav têne xwarê Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavê xwe li te digerînim Bawer nakim te bibînim Dibêm were çima nayê Tu kevoka vê dinyayê Tu ji hêlina xwe dernayê Ser te ewr e nabe sayî Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavê xwe li te digerînim Bawer nakim te bibînim Navê tey xweş kê daniye Rûkê tey sor li hev aniye Birû bijang kişandiye Dilê min ji ber helandî ye Keçê ji bona te ez dîn im Kilama li ser te dertînim Çavê xwe li te digerînim Bawer nakim te bibînim

Bêjebêje © 2015-2024